Serok Nêçîrvan Barzanî bo şandeke Amerîkayê: Rewşa Iraqê bandor li Kurdistanê dike

Serokê Herêma Kurdistanê û şandeke Amerîkayê li Hewlêrê rewşa navçeyê û Iraqê gotûbêj kirin û Nêçîrvan Barzanî ragihand, rewşa Iraqê û xwepêşandan û bûyerên li Bexda û parêzgehên din ên Iraqê bandorê li Herêma Kurdistanê dikin.

25.11.2019, Pts - 05:44

Serok Nêçîrvan Barzanî bo şandeke Amerîkayê: Rewşa Iraqê bandor li Kurdistanê dike
Nuçe Belav bike

24ê Mijdara 2019an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Şêwirmendê Asayişa Netewî yê Amerîkayê li senatoya Amerîakyê Robert Karem û şanda pê re kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê vê hevdîtinê de daxuyaniyeke nivîskî belav kiriye û têde ragihandiye, Nêçîrvan Barzanî di civînê de tekez kiriye ku “Herêma Kurdistanê ji bo aramî û istiqrara Iraqê amade ye hemû alîkariyan pêşkêş bike” û diyar kiriye: “Rewşa Iraq û xwepêşandan û bûyerên li Bexdayê û parêzgehên din ên welat, bandoran li ser Herêma Kurdistanê heye.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha tekezî li ser “pêwîstiya alîkariyên Amerîkayê û civaka navdewletî bo Iraqê û Herêma Kurdistanê” kir.

Li gor dauxyaniyê, Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin ku Herêma Krudistanê dixwaze hemû pirsgirêkên xwe yên li gel hikûmeta Iraqê bi rêya “diyalog û ji hev têgihîştinê li ser bingeha destûra Iraqê” çareser bike.

Di civînê de ku Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê jî amade bûbû, “herdu aliyan pêşhatên herî dawî yên li Iraqê û navçeyê û çawaniya serederîkirina li gel pêşhatan gotûbêj kirin û tekezî li ser pêwîstiya Iraqê bi aramî û istiqrara siyasî û ewlehiyê û têgihîştineke dirist ji daxwazên rewa yên xwepêşanderan û dûrketina ji tundûtîjiyê kirin.”

Di hevdîtinê de, rewş û pêşhatên li navçeyê bi giştî û metirsiya dubare destpêkirina terorê û çawaniya rûbirûbûna wê, rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê û çend mijarên din hatin gotûbêjkirin.

Êvara duh Şemiyê jî Cîgirê Serokê Amerîkayê, Mike Pence piştî serdana xwe ya bo binkeya serbazî ya el Esed li parêzgeha Enbar a Iraqê, serdana Herêma Kurdistanê kir û li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrva Barzanî civiya. Pence di wê serdana xwe de tekezî li ser piştgiriya Amerîka bo Herêma Kurdistanê û hevpeymaniya navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê û hêzên Kurdî kir.

Mike Pence serdana Bexdayê nekir û li gel ti berpirsekî hikûmeta navendî ya Iraqê hevdîtin pêk neanî, û tenê bo dema 25 xûlekan bi telefonê li gel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî axivîbû.

Serdana Cîgirê Serokê Amerîkayê bo Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, bêyî ku serdana Bexdayê bike, rastî berteka tund a serokwezîrê berê yê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Nesir, Heyder Ebadî hat û ragihand, Bexda paytexta Iraqê ye ne Hewlêr.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 728 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:06:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x