Serok Nêçîrvan Barzanî gihîşt Bexdayê

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro gihîşte Bexdayê û dê li gel her yek ji Serokomar, Serokwezîr û Serokê Parlamentoya Iraqê bicive.

13.11.2019, Çar - 07:12

Serok Nêçîrvan Barzanî gihîşt Bexdayê
Nuçe Belav bike

Çavkaniyekî ji Serokatiya Herêma Kurdistanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, îro Çarşemî 13ê Mijdara 2019 Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî gihîşte Bexdayê û biryar e li gel Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîr Adil Ebdulmehdî û Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî hevdîtinan pêk bîne.

Li gor zanyariyên Rûdawê, Herdu cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê, Ceifer Şêx Mistefa û Mistefa Seyid Qadir û herwiha Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fewzî Herîrî bi di vê serdanê de li gel Nêçîrvan Barzanî çûne Bexdayê.

Piştî destbikarbûna wî weke Serokê Herêma Kurdistanê ev duyem serdana Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê ye. Di yekemîn gotara xwe ya piştî merasima sondxwarina yasayî de jî, Nêçîrvan Barzanî ragihandibû, Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi Bexdayê re amade ye.

Piştî ragihandina kabîneya nû ya Iraqê ya bi serokatiya Adil Ebdulmehdî, pêwediyên navbera Hewlêr û Bexdayê baştir bûne, lê belê hin pirsgirêkên çaresernekirî di navbera herdu aliyan de mane, ji wan jî pirsgirêkên dosyeya petrol, bûdce û rêvebirina navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.

Armanca serdana vê carê ya Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê, ev e ku bi rayedarên hikûmeta Iraqê re pirsgirêkên navbera herdu aliyan, rewşa Iraqê û navçeyê gotûbêj bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 731 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:22:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x