Serok Nêçîrvan Barzanî hevahengiyê ligel hemû aliyên Kurdistanî dike

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser biryara Nêçîrvan Barzanî hevahengiyê ligel aliyên Kurdistanî dike ‎bo rêkeftina dawî ligel aliyên Iraqî.‎

19.11.2019, Sal - 17:06

Serok Nêçîrvan Barzanî hevahengiyê ligel hemû aliyên Kurdistanî dike
Nuçe Belav bike

Şevê din 18ê Mijdara 2019an, Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a ‎Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî civîna 12 aliyên siyasî yên Iraqê bi amadebûna Serokkomarê Iraqê ‎û Cîgirê Duyem ê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Berhem Salih bû.‎

Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di wê civînê ‎de ji aliyên Iraqî re gotiye ku ew ligel wê yekê ye hevahengî ligel hemû aliyên Kurdistanî yên beşdarê ‎parlamento û hikûmeta Iraqê bike derbarê beyannameya dawî yaw ê civînê de.‎

Herwiha ji aliyên siyasî yên Iraqê re ragihand ku bo her rêkeftineke siyasî ya siberojê pêwîst dibîne ‎Hevpeymaniya Kurdistanê bi hevre beşdar bibe û hevahengî ligel hemû aliyên Kurdistanî bê kirin.‎

Ji bo vê mebestê jî her ji şeva borî ve Serokatiya Herêma Kurdistanê, li ser navê Serokê Herêma ‎Kurdistanê dest bi agahdarkirina aliyan ji civîna şeva borî, herwiha hevahengîkirina ji bo her pêngaveke ‎siyasî ya nû li Bexdayê û li ser asta Iraqê kiriye, daku yekhelwêstiya siyasî ya Kurdistanî li Bexdayê hebe ‎û parastî be. Bo vê mebestê jî Serokatiya Herêma Kurdistanê, gotûbêj li gel Tevgera Goran, Yekgirtûya ‎Îslamiya Kurdistanê û Komela Îslamiya Kurdistanê kiriye.‎

Biryar e îro daxuyaniya dawî û fermî ua civînê bi îmzeya Hevpeymaniya Kurdistanê ji aliyê Kurdistanî ve ‎were belavkirin.‎

‎12 aliyên siyasî yên Iraqî li ser vexwandina Serokê Bizava Hikme, şeva bihorî li Bexda ya paytexta Iraqê ‎civiyan û ji bo aramkirina rewşa Iraqê û bersivdayîna daxwazên xwepêşanderan ji bo reformê ‎hejmarek pêşniyar arasteyî hikûmeta Iraqê kirin.‎

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 639 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:51:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x