Li gorî daxuyaniyeke Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Ebu Dhabî beşdarî merasima şîna Şêx Seîd Bin Zayid Al Nehyan, birayê Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayed Al Nehyan bû.
Serokê Herêma Kurdistanê bi navê Serok Mesûd Barzanî, navê bixwe û gelê Kurd, hevxemiya xwe pêşkêşî Serokê Îmarat, malbata wî û gelê Îmaratê kir û hêvî xwast ku Xwedêyê mezin giyanê xwedêjêrazî di dilovaniya xwe de şad bike û sebr û aramiyê bide her kesî.
Ji aliyê xwe ve Serokê Îmarata Erebî Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehiyan spasiya serdana Nêçîrvan Barzanî û hevxemî û hevbeşiya wî di xem û şîna wan de kir.