Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan duh êvarê (25ê Sibatê) peyameke sersaxiyê arasteyî Serok Mesûd Barzanî kir û li ser navê xwe û gelê Tirkiyê hêviya tendirustiya baş jê re xwest.
Serokomarê Tirkiyê di peyama xwe de got: “Bi xemgîniyeke mezin, nûçeya koça dawî ya xwişka we xatûn Zekîye Mistefa Barzanî wergirt û ji dil vesersaxiyê ji we û malbata we ya birêz re dixwazim.”
Di beşeke din ya nameyê de, Erdogan ji Serok Barzanî re nivîsiye û gotiye, di vê boneya xemgîn de, li ser navê xwe û gelê Tirkiyeyê hêviya tendirustiya baş ji we re dixwazim.
Xwişka Serok Barzanî, Zekiye Mistefa Barzanî roja 23.02.2024an koça dawiyê kir. Merasima sersaxiya xwişka Serok Barzanî jî 3 rojan li Pîrmamê didome.
Her bi vê boneyê, kesayetî, hêz û aliyên siyasî yên navxwe û derve hevxemiya xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin û hevxemiya xwe nîşan dan.