Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Hikûmet ji bo damezrandina navendek bo karûbarên Kurdên Feylî amade ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi boneya bidawîhatina Yekemîn Konferansa Zanistî ya Navdewletî ya Jenosîda Kurdên Feylî, di twîtekê de amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo cîbicîkirina fermana Serok Barzanî ji bo damezrandina navendek bo karûbarên Kurdên Feylî nîşan da.

05.05.2023, Cum - 06:01

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Hikûmet ji bo damezrandina navendek bo karûbarên Kurdên Feylî amade ye
Nuçe Belav bike

Roja Pêncşemê 4ê Gulana 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Bi boneya bidawîhatina Yekemîn Konferansa Zanistî ya Navdewletî ya Gelê Kurdistanê – Jenosîda Kurdên Feylî, ku bi destpêşxerî û li jêr serperiştiya Cenabê Serok Barzanî hat encamdan, spasiya rêkxerên konferansê û beşdaran dikim, ku bi lêkolînên xwe yên bi nirx, di vê konferansê de beşdar bûn.”

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Em amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo cîbicîkirina fermana Cenabê Serok Barzanî ji bo damezrandina navendek bo karûbarên Feylî li Hewlêrê, nîşan didin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 423 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:06:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x