Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Tirkiyeyê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 10ê Hezîranê pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê Erman Topçu kir.

10.06.2024, Pts - 17:48

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Tirkiyeyê kir
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bilî pîrozbajiya li destbikarbûna wî, tekezî li ser pêşxistina peywendiyên dualî li ser bingeha berjewendiyên hevbeş kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa girîngiya cibicîkirina projeya Rêya Geşepêdanê kir ku Iraq, Tirkiye û Ewropayê bi rêya hesinî bi hev ve girê dide. Herwiha amaje bi pêwîstiya beşdariya Herêma Kurdistanê û hemû pêkhateyên Iraqê di vê projeya stratejîk de kir.

Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê dilxweşiya xwe ji bo wergirtina erkê xwe li Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez kir ku welatê xwe dixwaze di hemû waran de peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re zêdetir bipêş bixe.

Çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de û hewlên ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, mijareke din e hevdîtinê bû.

 

Vî nûçeyê tevayî: 417 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:24:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x