Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Konsulê Giştî yê Kuweytê civiyan

“Em spasiya hewl û xebatên ji bo pêşvebirina pêwendiyên dualî dikin.

21.07.2022, Per - 14:57

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Konsulê Giştî yê Kuweytê civiyan
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi boneya bidawîbûna erkê wî, pêşwazî li Konsulê Giştî yê Kuweytê kir û ragihand: “Em spasiya hewl û xebatên ji bo pêşvebirina pêwendiyên dualî dikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro pêncşemê 21ê Tîrmeha 2022yan pêşwazî li Konsulê Giştî yê Dewleta Kuweytê yê li Herêma Kurdistanê Umer El Kenderî kir, ku bi boneya bidawîbûna erkê xwe, serdan kiribû.

Di daxuyaniya civînê de hat eşkerekirin, Mesrûr Barzanî tevî amajedan bi pêwendiya dostane ya navbera Herêma Kurdistanê û Kuweytê, spasiya hewl û xebatên Konsulê Giştî yê Kuweytê kir ku di dema karê xwe de ji bo pêşvebirina pêwendiyên dualî kirine, herwiha hêviya serkeftinê di erkên wî yên nû de jê re xwest.

Di civînê de Konsulê Giştî yê Kuweytê Umer El Kenderî spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye ji ber alîkarî û hevahengiya berdewam a ligel konsulxaneya welatê wî.

Kuweyt yek ji welatên cîran ên Iraqê ye û li Kendava Erebî ye, ji ber êrîşkirina ser wî welatî, di sala 1991ê de pêwendiyên navbera Iraq û Kuweytê aloz bû, piştî rûxana rejîmê di sala 2003yan de, pêwendiyên xwe yên ligel Iraqê asayî kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 376 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:36:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x