Di dema danîna kevirê bingehîn ê Zanîngeha Navdewletî ya Brîtanyayê di sala 2022an de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotibû, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşxistina sektora zanistî, kiriye beşek ji karên xwe yên pêşîne.
Herwiha got: “Ev zanîngeh wek şaxek ji zanîngeha Londonê ye, ku zanîngehek bi navûdeng a navdewletî ye, hêvîdar im zêdetir xizmeta perwerde û zanistê li Herêma Kurdistanê bike.”