Serokwezîrê Kurdistanê û balyoza Awustralyayê ya li Iraqê civiyan

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li balyoza nû ya Awustralyayê ya li Iraqê Joanne Loundes û şanda pê re kir.

24.04.2018, Sal - 15:21

Serokwezîrê Kurdistanê û balyoza Awustralyayê ya li Iraqê civiyan
Nuçe Belav bike

Malpera hikûmeta herêma Kurdistanê belav kir ku, Joanne Loundes kêfxweşiya xwe ji bo serdana yekem a herêma Kurdistanê û seqamgîriya asayiş û aramiyê kir, herwiha ji ber rûbirûbûna teror, parastina pêkhateyan û pêşwazîkirina gelek aware û penaberên ji destê terorê, destxweşî li Pêşmerge û hikûmet kiriye.

Balyoza nû ya Awustralyayê ya li Iraqê daxwaza welatê xwe ji bo zêdetir pêşvebirina peywendiyên li gel herêma Kurdistanê nîşan daye û amaje bi diyaloga Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina hinek ji pirsgirêkan, sedema vegera baweriyê ye bo navçeyê û dê bibe sedema ku, sermayedarên welatê wê di warên curbicur de li Herêma Kurdistanê û Iraqê veberhênanê bikin.

Ji aliyê xwe serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Balyoza nû ya Awustralyayê xwest û amaje bi giringiya peywendiyên li gel Awustralya û wan derfetên berfireh kir ku li Kurdistanê ji bo avakirina beşên din ên Iraqê hene, bi taybetî îstiqrara Kurdistanê û yasayên guncaw ên ji bo sermayeguzariyê, ji bo siberoja Iraqê dê gelek giring bin.

Herwiha behsa hilbijartin û qonaxa piştî hilbijartinan kiriye û hevahengî û hevkariya berdewam a Hewlêr û Bexdayê ji bo rêgiriya serîhildana tundiyê, weke giring bi nav kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1360 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:22:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x