Di dirêjiya civînên şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, îro ew şand li gel Partiya Yekîtiya Dîmukratên Kiristyanî CDU civiya û rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kirin, biryar e jî her îro şanda Herêma Kurdistanê li gel wezîra berevaniya wî welatî Ursola Vonderlayn bicive.
Duh jî şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî li gel şêwirmenda Almanya Angela Merkil û wezîrê derve yê wî welatî Sigmar Gabriel civiya.
Ji aliyê xwe ve peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî taybet ji Kurdistan 24ê re ragihand, ku piştî serê salê wê şanda Herêma Kurdistanê serdana Birîtaniya jî bike.