Serokwezîrê Iraqê sersaxî ji Serok Barzanî re xwast

Ji ber koça dawî ya Zekîye Mistefa Barzanî, Ofîsa Serokwezîrê Iraqê peyameke sersaxiyê belav kir.

25.02.2024, Paz - 16:42

Serokwezîrê Iraqê sersaxî ji Serok Barzanî re xwast
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdan ji ber koça dawî ya Zekîye Mistefa Barzanî, sersaxî li Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî kir.

Di peyamê de herwiha hat gotin, Sûdanî hêvî xwest ku Xweda giyana xwedêjêrazî bi dilovaniya xwe şad bike û sebr û aramiyê bide malbatê.

Xûşka Serok Barzanî, Zekiya Mistefa Barzanî duhî Înî, 23.02.2024an koça dawiyê kir. Merasima sersaxiya xwişka Serok Barzanî jî 3 rojan li Pîrmamê didome.

Barageha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand, merasîma pirsa û sersaxiyê dê 3 rojan li hola merasîman a baregehê li Pîrmamê bidome.

Her bi vê boneyê hêz û aliyên siyasî yên navxwe û derve hevxemiya xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin û hevxemiya xwe nîşan dan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 221 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:51:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x