Seth Moulton: Em dê piştgiriya xwe ya bi Herêma Kurdistanê re bidomînin

Endamê Kongreya Amerîkayê Seth Moulton got, “Em dê wekî dostekî piştgiriya xwe ya bi Herêma Kurdistanê re bidomînin.”

12.10.2024, Cts - 10:41

Seth Moulton: Em dê piştgiriya xwe ya bi Herêma Kurdistanê re bidomînin
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Endamê Kongreya Amerîkayê Seth Moulton qebûl kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku her du aliyan pêwendiyên Amerîkayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re şîrove kirine.

Nêçîrvan Barzanî ji bo piştgiriya wê ya berdewam spasiya Amerîkayê kiriye.

Seth Moulton jî daye zanîn, “Kongreya Amerîkayê dê wekî dostekî piştgiriya xwe ya bi Herêma Kurdistanê re bidomîne.”

Li gorî daxuyaniyê, mijarên wekî “hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û reformên Wezareta Pêşmergeyan” hatine nirxandin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 186 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:52:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x