Silêmanî: Hêzên ewlehiyê çend mamosteyên xwepêşander desteser kirin

Li bajarê Silêmaniyê hêzên ewlehiyê rê neda xwepêşandana mamosteyan û çend mamostayên xwepêşander desteser kirin.

25.03.2024, Pts - 14:59

Silêmanî: Hêzên ewlehiyê çend mamosteyên xwepêşander desteser kirin
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya ajansa Rûdawê mamoste ji bo derbirîna nerazîbûn û daxwaza mûçeyan derketin cadeyan û xwepêşandan kirin.

Lê belê hêzên ewlehiyê rê neda xwepêşandana wan û çend mamosteyên xwepêşander desteser kirin.

Heta niha ne diyar e ku çend mamoste hatine desteserkirin.

Li gorî zanyariyan endamê Encûmena Mamosteyan Mamoste Necmedîn, endamê Encûmena Giştî ya Mamosteyan Dana Ebdul hatine desteserkirin.

Beşeke zêde ya mamosteyên parêzgehên Silêmanî, Helebce, Îdareya Serbixwe ya Raperînê û Îdareya Serbixwe ya Germiyanê perwerde boykot kir.

Mamoste dixwazin Bexda mûçeyan rasterast bi rêya bankayên dewletê dabeş bike û mûçeyên mamoste û karmendan ji nakokiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Îraqê dûr bixe.

Vî nûçeyê tevayî: 242 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:48:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x