Mehmûd bi kanala Al Jazeereyê re axift û diyar kir ku ne pêkan e, rê li ber serxwebûna Kurdistanê were girtin.
Analîzkarê siyasî û Şêwirmendê Ragihandinê yê Serokê Herêma Kurdistanê yê berê Mesûd Barzanî, Kîfah Mehmûd li ser pirsyara bê gelo lidarxistina referandûmê ji ber encamên heyî, zû bû, Mehmûdî diyar kir ku berovajî zûbûnê lê dereng mane û di nerîna wî de diviyabû piştî ruxandina Serokê Iraqê Sedam Hisênî anku di sala 2003an de ev gav bihata avêtin û wiha dewam kir:
Diviyabû ev gav rasterast di Nîsana 2003an de bihata avêtin, di şûna ku biçin Bexdayê û diyalogê bikin. Em hîn jî bedela wê hindê didin ku me muzakere bijart.
Analîstê kurdistanî di berdewamiya bersivê xwe de rewşa Kerkûkê di 40 salên serdema Sedam Hisênî de bi bîr anî û teqez kir ku Kerkûk niha çûbe jî, ev rewş dê her wiha dewam neke û got: Hikûmeta (Sedam) Hisênî û şûngirên wî hewl da ku demografiya bajarî biguherînin lê di nava 4 saetan de kurdan dîsa vegerand.\"
Li ser meseleya serxwebûna Herêma Kurdistanê jî, Mehmûdî got ku \"serxwebûn têgeheke wiha ye ku rehên xwe berdane nav dil û mejiyê gelê kurd\" û teqez kir ku yek kurdekî herêmê jî li ser rastiya vê têgehê nîqaşê nake û wiha pê de çû: \"Eger tiştek tenê hebe ku gelê kurd û hikûmet li ser ne wek hev difikirin, ew jî, bi tenê şêwaza pêkanîna wê ye yanî mijara dema we ye. Ez geşbîn im ji ber referandûmê viyana gelê kurd û rijdiya wan piştrast kirin ku dê cidabûnê(serxwebûn) bike rastî.\"