Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê: Bila PKKê ji Şingalê derkeve

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Hêmin Hewramî derbarê pevşçûnên Şingalê de da û bangî "şervanên girêdayî PKKê" kir ku ji Şingalê derkevin.

03.03.2017, Cum - 12:45

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê: Bila PKKê ji Şingalê derkeve
Nuçe Belav bike

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Hêmin Hewramî li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê pevçûnên li Şingalê yên di navbera Pêşmergeyên Roj û YBŞê de derketibûn de daxuyaniyek da.

Hêmin di daxuyaniya xwe de wiha got: Vê sibehê Pêşmergeyên Rojava peywireke xwe pêk dianî, gava şervanên girêdayî PKKê li Snûn û Xanesorê yên herêma Kurdsitanê êrîşî wan kir. Mafê PKKê tine ku pêşmergeyan asteng bike."

​Herwiha rayedarê Herêma Kurdistanê alîkariya Pêşmergeyan li Kobaniyê bi bîr anî û wiha got: "Pêşmerge çûn Kobaniyê û alîkariya wan kir ku DAIŞê li wir têk bibin. (Pêşmerge) vegeriyan, li wir neman. Eger PKKê li kêşeyan nagere, divê ji Şingalê derkeve."

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Hêmin Hewramî daxuyaniya xwe bi pirsyarekê dewam kir û wiha got: "Pirsek ji PKKê re, te bi awayekî fermî Minbic da artêşa rejîma Sûriyeyê. Eger tu naxwazî kêşe çêbibin, çima tu ji Şingalê dernakevî?"

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1388 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:03:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x