Termên 100 Barzaniyên enfalkirî ji bo Herêma Kurdistanê tên vegerandin

Ew term dê li goristana enfalkiriyan a li devera Barzan bi xakê bêne spardin

27.07.2022, Çar - 15:01

Termên 100 Barzaniyên enfalkirî ji bo Herêma Kurdistanê tên vegerandin
Nuçe Belav bike

Piştî vekirina gorên wan, hefteya bê termên 100 Barzaniyên enfalkirî ji bo Herêma Kurdistanê tên vegerandin û li devera Barzan bi xakê tên spardin.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan, roja 30yê Tîrmeha 2022an, termên 100 Barzaniyan ji beyabana Erer ya li parêzgeha Mosene ya başûrê Iraqê bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê bo Herêma Kurdistanê bên vegerandin û roja 31ê Tîrmehê jî di merasîmeke taybet de li devera Barzan bi xakê bêne spardin.

Di dawiya sala 2021ê de, nûçeya dîtina goreke bikomî li parêzgeha Mosene belav bû, saziyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê jî bi aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Federal re roja 15ê Sibata 2022an de gihîştin cihê gorê ya li navçeya Efayiq ku nêzîkî sînorê Kuwêt û Siûdiyê ye û tîmên wan bi awayekî zanistî dest bi proseya vekirina gorê kirin. Di roja yekem de jî bi dîtina cilûberg û cemedanên taybet ên Barzaniyan, diyar bû ku qurbaniyên wê gorê yên peya û gencên Barzaniyan in û di sala 1983an de hatine enfalkirin.

Piştî dîtina gorên 100 Barzaniyan li beyabana Erer ku ji aliyê rêjîma Beis a rûxandî ve bi guleyan hatibûn kuştin û bi şofil ax bi ser de kiribûn, termên wan bi awayekî zanistî bo Bexdayê hatin veguhastin. Roja 30yê vê mehê jî bo Herêma Kurdistanê dê bêne vegerandin.

Jenosîda Barzaniyan di sala 31. 07. 1983an de li ser çend qonaxan ji aliyê rejîma Beis a hilweşiyayî ve dest pê kir û zêdetirî 8 hezar peya û gencên Barzanî enfal kirin û piştî wê jî bi çend qonaxan bi sedan hezar Kurdên din li çend navçeyên cuda cuda yên Başûrê Kurdistanê proseya Enfal (Bi zindî çalkirin û bê serûşûn kirin) dest pê kir.

Proseya lêgerîna li termên enfalkiriyên Kurdistanê bi giştî, yek ji karên pêşîne yên Serok Mesûd Barzanî bû, piştî rûxandina rêjîma Beis di sala 2003an de, ew prose bi awayekî kirdarî dest pê kir.

Di sala 2004an de, termên 513 Barzaniyên enfalkirî ji goreke bikomî ya li beyabana parêzgeha Mosene hatin dîtin û sala 2005an di merasîmekê de bi amadebûna Serok Barzanî, ew ji bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin û li goristaneke taybet ya bi enfalkiriyan li devera Barzanê bi xakê hatin sparstin.

Di berdewamiya proseyê de, sala 2011an jî termên 93 peya û gencên Barzaniyên enfalkirî di goreke bikomî de li başûrê Iraqê hatin dîtin.

Rêjîma Beis a Iraqê berî sala 1987-1988an di heyama 7 mehan de û di çarçoveya 8 qonaxan de, proseya enfalkirina gelê Kurdistanê pêk anî. Di wê tawanê de rêjîma Beis zêdetir ji 4 hezar û 500 gundên Kurdistanê û bi sedan bajarok û zozan wêran kirin û xelkê wê ber bi çarenivîseke nediyar ve birin. Di koma heşt qonaxên proseya Enfalê de, rêjîma Beiş ya rûxyayî 182 hezar Kurd enfal kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 593 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:58:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x