Tewger: Bîranîna Helebçe

Tewgerê Ciwanên Kurdistan ji bo minesebeta salvegera Helebcê daxuyanîyek belav kir.

16.03.2017, Per - 15:26

Tewger: Bîranîna Helebçe
Nuçe Belav bike

Ji Raya Giştî û Çapemeniyê re

Heta îro gelek jenosîd bi serê me Kurdan de hat. Yek ji wan jî Helebçe ye.

Helebçe, perçeyeke jenosîda Enfalê ye. Di encama vê jenosîdê de 182 hezar Kurd hatin qetilkirin.

Belê, navê yê ku fermana qetilkirina Kurdan dabû Saddam bû; lê di eslê xwe de sedema vê jenosîdê û navê wî dagirkerî bû, bêdewletbûn bû. Gelek kesan, gelek caran bi navê cuda cuda vê fermanê dan. Navê wan carna bû Saddam, carna bû Hafiz Esad, Carna bû Atatirk, carna jî bû Xumeynî… Lê sedem her tim bindestî û bêdewletbûna me bû.

Em îro li vê derê di şexsê şehîdên Helebçeyê de hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin û di şexsê Saddam de hemû dagirker û qatilên Kurdan nelet dikin.

Em soz didin hemû şehîdên Kurdistanê. Emê tim ji bo sedema şehîdbûna wan ji holê rakin, yanî bibin dewlet têbikoşin.

Bijî Kurd û Kurdistan.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1488 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:45:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x