Tirkiyê 6 merc ji bo dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê pêşniyar kirine

Endamê Komîteya Petrol û Gazê ya Parlamentoya Iraqê Sebah Subhî ragihand, Tirkiyê 6 ​​merc ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê pêşkêş kirine, ji wan jî kişandina giliya duyem a hikûmeta Iraqê bo Dadgeha Navdewletî ya Hakimtiyê li Parîsê.

27.08.2023, Paz - 15:44

Tirkiyê 6 merc ji bo dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê pêşniyar kirine
Nuçe Belav bike

Sebah Subhî ji rojnameya “Sebah” re ragihand, şanda Tirkiyê ya bi serokatiya Wezîrê Derve Hakan Fîdan a ku bo 4 rojan serdana Iraq û Herêma Kurdistanê kiribû, 6 merc ji bo dubare destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û Kerkûkê bi rêya bendera Ceyhanê re pêşniyar kirine.

Li gorî endamê Komîteya Petrol û Gazê, şanda Tirkiyê daxwaza 13 dolar li ser her bermîlek kiriye, wek lêçûna veguhestina petrolê bi rêya boriya petrolê re.

Herwiha şandeyê daxwaza vekişandina giliya duyem ya hikûmeta Iraqê bo Dadgeha Navdewletî ya Hakimtiyê li Parîsê kiriye, ku tê de daxwaz ji Enqerê dike ku Iraqê ji bo salên 2018 – 2018an qerebû bike.

Li gorî Sabah Subhî, rayedarên Enqerê di hevdîtinên xwe yên li gel hikûmeta federal a Iraqê de, li hember hinardekirin petrola Kurdistanê, daxwaza mafên darayî yên kompanyayên Tirkiyê kirine ku ji bo her bermîlek petrolê 7 dolar e.

Li gorî endamê Komîteya Petrol û Gazê, li gel van her sê mercan, şanda Tirkiyê 3 mercên din ji bo hinartina petrola Herêma Kurdistanê û Kerkûkê ji rayedarên Bexda û Hewlêrê re pêşniyar kirine û danûstandin li ser wan berdewam in.

Sabah Subhî di wê baweriyê de ye ku rewş erênî ye ji bo dubare hinardekirina petrola Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê, bi taybetî ji ber zextên aborî yên ku li ser hikûmeta Tirkiyê hene, ku rê dide wan lihevkirinê bikin, ku Tirkiye dê sûdê ji mafên darayî yên ku di encama hinardekirina petrola Kurdistanê de, werbigire.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan roja 24ê Tebaxê bi serokatiya şandekê gihîştibû Hewlêrê û ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiyabû. Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî di konferansa rojnamevanî ya hevbeş de ragihand, wan bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê û şanda pê re li ser destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Di heman rojê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di parvekirinekê de li ser tora civakî ya Xê (Twitter) ragihand: “Me ligel Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar behsa pêwîstiya destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê û nehiştina hemû astengiyên li ber vê mijarê kirin.”

Ji 25ê Adara borî heta niha hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê rawestiyaye, li gor rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê, pêwîst e Herêma Kurdistanê rojane 400 hezar bermîl petrol radestî Somo bike, li hember vê jî, mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve werin dabînkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 407 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:11:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x