Umêd Xoşnaw: Sê dibistan li Hewlêrê tên avakirin

Parêzgerê Hewlêrê radigehîne, “Li ser budceya UNHCRê, sê dibistan li Kesnezan, Şawês û Mamzawayê tên avakirin”.

26.02.2024, Pts - 12:46

Umêd Xoşnaw: Sê dibistan li Hewlêrê tên avakirin
Nuçe Belav bike

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro (Duşem, 26.02.2024) di konfiranseka rojnamevanî de ragehand, “Îro berê binyatî ji bo avakirina sê dibistanana li li Kesnezan, Şawês û Mamzawayê tê danan, ko gojimê zêdetirî du milyar û 500 milyon dînaran jê re hatiye terxankirin”.

Parêzgerê Hewlêrê got, “Budceya avakirina wan her sê pirojeyan ji aliyê UNHCRê ve hatiye dabînkirin, ku cihê dilxweşiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û welatiyên mifadar e”.

Umêd Xoşnaw amaje jî da, “Tiştê giring ew e ku ji bilî welatiyên Kurdistanê, penaber jî dê feydeyî jê bikin, ew jî li ser bingeha têgehiştin û stratejiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêxemetî zêdetir xizmetê ji bo wan kesên ku li Herêma Kurdistanê û taybet li Hewlêra paytext penaber in, ku ji bo penaberan hembêzeka pirî dilovanî ye”.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 376 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:44:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x