UNAMI: Em kar dikin ta ku di zûtirîn dem de hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bên kirin

Netewên Yekgirtî tekeziyê li ser pêwîstiya lidarxistina helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di zûtirîn dem de dike.

09.01.2024, Sal - 18:39

UNAMI: Em kar dikin ta ku di zûtirîn dem de hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bên kirin
Nuçe Belav bike

Nûneratiya Netewên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI) li tora civak “X” belav kir: “Cîgirê Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê bo karûbarên siyasî û alîkariyên hilbijartinan Claudio Cordone bi Serokê Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî re civiya û pêngavên lidaxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di zûtirîn dem de, gotûbêj kirin.”

Biryar bû hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di 25ê Sibata bê de bihatine kirin, lê Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê roja 3ê vê mehê gotibû, ji ber paşxistina biryara Dadgeha Federal a li ser kursiyên pêkhateyan heta 21’ê vê mehê, komisyon nikare hilbijartinên parlementoyê di 25ê Sibata 2024an de pêk bîne.

Berdevkê Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan Dr. Îmad Cemîl îro 9ê Çile ji K24ê re ragihand, şandeke bilind a komîsyonê dê di çend rojên bê de bi Serokatiya Herêma Kurdistanê re bicive, bi armanca diyarkirina rojeke din ji bo pêkanîna hilbijatinê Parlamentoya Kurdistanê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 316 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:53:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x