Urdin pêşengtiya wan welatan dike ku li pişt serxwebûna Kurdistanê ne!

Endamek lijneya peyvendiyên derve yê encûmena nûnerên Iraqê, behsa giringiya serdana Barzanî ya Urdinê dike û dibêje: ‘’Gel pir tiştan derbarê siyaseta Urdin a li navçeyê de nizane.’’

20.05.2017, Cts - 09:41

Urdin pêşengtiya wan welatan dike ku li pişt serxwebûna Kurdistanê ne!
Nuçe Belav bike

Endamê lijneya peyvendiyên derve ya encûmena nûnerên Iraqê Rênas Cano ji BasNewsê re ragehand: ‘’Urdin xwedî karakterek bihêz û bêdeng ê herêmê ye. Rola Urdinê li wan welatên derdorê kêmtir nîne, ne ji Erebistana Siûdî, ne ji Tirkiyê û ne jî li Îranê kêmtir nîne. Lê Urdin bêdengî rola xwe birêve dibe, çûna Barzanî bo Urdinê ne tişteke asayî ye, gelek peyvendiyên xurt di navbera Urdin û herêma Kurdistanê de hene, ku Barzanî mûhendisê wan peyvendiyan û ew peyvendî ne yên naha ne, pir kevnin.’’

Herwaha got: ‘’Urdin xwedî siyaseteke bi hewar û gef nîne, lê nayê wê wateyê ku ew welate bê bandore, li navçeyê xwe bandor û roleke mezin e, herwaha sînorê wê li gel Sûriye û Iraqê heye, ji aliyê din ve sînorê wê li gel Erebistana Siûdî û Îsraîl û Lûbnanê heye, ku krokiya pirsgirêkên rojhilata navîn in, Urdin hevbeşe li gel wan welatane, Siûdiye li gel Iraqê hevsînore, bes li gel Sûriyê ne hevsînore, Tirkiye li gel Iraqê û Sûriyê hevsînore, lê li gel Îsraîl û Filistînê ne hevsînore, ji ber vê welateke wisaye ku dikare rol bigre serxwe, xwedî siyasetekî hekîmane ye.’’

Herwaha got, Urdin xwedî peyvendiyên başe li gel herêma Kurdistanê, çûna serok Barzanî serdaneke ne asayiye, li hember giringîdana Urdinê ya ji serok Barzanî û pêşwaziya di asta şah de jî ne di berxwe de ye, Urdin pirsgirêkan têdigehe, dizane gohertin dê pêkbên û dê çawa bin, dizane rolê serokê herêma Kurdistanê di wan gohertinan de dê çibe.’’

Rênas Cano got: ‘’Ev serdana Barzanî dê roleke baş bilîze, Barzanî wisa kiriye ku Urdin piştevaniyê li xebat û hêza gelê kurd bike, ez pêşbînî dikim û eger sê welat serxwebûna Kurdistanê nas bikin yek ji wan jî dê Urdin be û dê pêşeng jî be.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1351 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:49:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x