Viyan Dexîl dibêje, çekdarên DAIŞê piştî revandina Kurdên Êzidî, hezar û 300 zarokên Êzidî neçar kirin ku ola xwe biguhêrin.
Got jî, ji sedî 85 ji navçeyên Êzidiyan li sînorê bajarokê Şingalê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine wêrankirin.
Viyan Dexîl devama axaftina xwe de, daxwaz ji civaka navdewletî kir, kar bo parastina pêkhateyên olî yên Iraqê bikin.
Di sala 2014an de çekdarên DAIŞê êrîşî Şingalê kirin, ji bilî dagîrkirin û wêrankirinê, Kurdên Êzidî bikomî kuştin û bi hezaran jî revandin.