Wezareta Perwerde: Serokwezîr lêçûnên xwendekarên Şingalê dabîn kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rizamendî li ser terxankirina 73 milyon Dînar ji bo xerciya hatûçûna xwendekarên Şingal û derdora wê, nîşan da.

27.06.2022, Pts - 06:12

Wezareta Perwerde: Serokwezîr lêçûnên xwendekarên Şingalê dabîn kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rizamendî li ser terxankirina 73 milyon Dînar ji bo xerciya hatûçûna xwendekarên Şingal û derdora wê, nîşan da.

Berdevkê Wezareta Perwerde ya Herêma Kurdistanê Saman Sîweylî ragihand, terxankirina vê budceyê ji bo hatûçûna xwendekarên Şingal û derdora wê ye.

Biryar e îro ezmûnên giştî yên qonaxa 12 ya amadehiyê dest pê bikin û 667 xwendekarên pola 12 ya amadehiyê yên xelkê Şingalê li sînorê Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Duhokê dikevin ezmûnê û ji vê budceyê sûdmend dibin.

Îro duşemê li Herêma Kurdistanê yekem ezmûnên qonaxa amadehiyê ye û li gor amarên Wezareta Perwerde, 107 hezar û 130 xwendekar beşdarî ezmûnêb giştî dibin û 2175 hol ji bo ezmûnan hatine terxankirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 478 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:51:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x