Wezareta Pêşmerge: Em nahêlin asayîş û aramiya xelkê têk biçe

Şaneya Ragihandin û Hişyariyê ya ser bi Wezareta Pêşmerge eşkere kir: 'Em nahêlin êdî asayîş û aramiya xelkê têk biçe'.

27.05.2022, Cum - 13:15

Wezareta Pêşmerge: Em nahêlin asayîş û aramiya xelkê têk biçe
Nuçe Belav bike

Şaneya Ragihandin û Hişyariyê ya ser bi Wezareta Pêşmerge eşkere kir: “Em nahêlin êdî asayîş û aramiya xelkê têk biçe.”

Şaneya Ragihandin û Hişyariyê ya Wezareta Pêşmerge daxuyaniyek belav kir û ragihand, parastina asayîş û aramiya xelkê û axa Kurdistanê erkê ewil yê hêzên Pêşmerge ye.

Herwiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Em hêvî dikin milmilaniyên ser sînor êdî pel bo ser hêzên Pêşmerge neavêje û PKK jî li wê navçeyê hewl nede aramî û aştiya hêzên Pêşmerge weke derfet bi kar bîne.”

Daxuyaniya Wezareta Pêşmerge wiha ye:

Duh roja pêncşemê 26ê Gulana 2022yan, di du bûyerên cuda de, bi çekên qenas êrîşî hêzên Pêşmerge hat kirin û bi hawinan gundên navçeyê hatin bombebarankirin:

Yekem: Li gundê Kanî Masê bi çekên qenas êrîşî eniyekî Lîwaya Çar a Piyade hat kirin û pêşmergeyekî bi navê Mihemed Fazil Mihemed birîndar bû.

Duyem: Di dema hawinbarankirina deverên Bamernê gulleyeke hawin li gundê Eredna yê li navçeya Bamernê ya li qezaya Amêdî ya ser bi parêzgeha Duhokê ket xwarê, di encamê de du welatiyên bi navên Yûsif Kovan Hacî û Evend Hoşyar şehîd bûn û du welatî jî birîndar bûn.

Ev bûyer di demekê de bûn ku hêzên Pêşmerge li sengerên xwe bûn, herwiha beşek ji gundên eşîra Nêrweyî di ahengeke navçeyî de bûn li gundê Eredna yê ser bi qezaya Amêdiyê.

Em weke Wezareta Pêşmerge radigihînin ku; hêzên Pêşmerge û xelkê Kurdistanê ji van kiryaran nîgeran in û divê hemû alî fêm bikin ku parastina asayîş û aramiya xelkê û axa Kurdistanê, erkê ewil yê hêzên Pêşmerge ye.

Em hêvî dikin, milmilaniyên ser sînoran êdî pel bo ser hêzên Pêşmerge neavêje û PKK jî li wê navçeyê hewl nede aramî û aştiya hêzên Pêşmerge weke derfet bi kar bîne, çimkî em nahêlin êdî di wan deveran de asayîş û aramiya xelkê têk biçe û giyanê welatiyan û Pêşmerge bikeve metirsiyê.

Şaneya Ragihandin û Hişyariyê ya Pêşmerge

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 382 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:06:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x