Wezareta Plandanan a Iraqê nifûsa Herêma Kurdistanê eşkere kir

Li gorî daneyên Wezareta Plandanan a Iraqê hejmara nîşteciyên Herêma Kurdistanê 5 milyon û 884 hezar kesan derbas dike. Li gorî vê yekê, nifûsa Herêma Kurdistanê ji sedi 14ê tevahiya nifûsa Iraqê ye.

26.09.2022, Pts - 08:07

Wezareta Plandanan a Iraqê nifûsa Herêma Kurdistanê eşkere kir
Nuçe Belav bike

Endamê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Dr. Nermîn Marûf ji Rûdawê re ragihand ku wî ji Wezareta Plandanan a Iraqê di daxwaznameyeke nivîskî de pirsa nifûsa Herêma Kurdistanê kiriye û wezaretê jî bersiv daye.

Dr. Nermîn Marûf got, “Li gorî daneyên Wezareta Plandanan a Iraqê, nifûsa Herêma Kurdistanê 5 milyon û 884 hezar û 23 kes e. Yanî ji sedî 14ê nifûsa Iraqê pêk tîne.”

Parlamenterê Kurd amaje bi wê yekê kir ku divê Herêma Kurdistanê di danûstandinên Bexdayê de pişta xwe bispêre van hejmaran, bi taybetî jî di mijara bûdceyê de.

Li ser daxwaza Dr. Nermîn Marûf, Wezareta Plandanan a Iraqê di 20ê Îlona 2022an de hejmara şêniyên Herêma Kurdistanê wiha diyar kiriye:

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 298 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:39:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x