Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Christine Lambrecht îro, 09/01/2022, serdana Herêma Kurdistanê dike.
Christine Lambrecht ku mehek e dest bi kar kiriye, ser bi Partiya Sosyal Demokrat e û berî niha jî di kabîneya Angela Merkel de cih girtibû.
Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Christine Lambrecht di serdana xwe ya bo Hewlêrê de dê li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicive û dê serdana Konsulxaneya Almanya ya li Hewlêrê jî bike.
Ji heyama destbikarbûna xwe ve serdana bo Hewlêrê duyem serdana derveyî welat a Christine Lambrecht e.
Almanya ji sala 2014an ve roleke sereke di şerê dijî DAIŞê de dibîne û alîkariyên serbazî pêşkêşî HêzêN Pêşmerge dike û hejmareke şêwermendên serbazî jî li Herêma Kurdistanê hene.
Roja 9ê Adara 2021an Wezareta Pêşmerge û Hêzên Almanyayê hejmareke rêkeftin ji bo rahênana serbazî îmze kirin.