Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê: Iraqê ji bo hinartina petrola Kurdistanê name ji Tirkiyê re neşandiye

Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab ji Rûdawê re ragihand, “Heta niha jî Iraqê nameyek ji Tirkiyê re neşandiye daku hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve destpê bike.”

30.04.2023, Paz - 19:37

Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê: Iraqê ji bo hinartina petrola Kurdistanê name ji Tirkiyê re neşandiye
Nuçe Belav bike

Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab îşev di bernameya Legel Ranj a Rûdaw TV de ku ji aliyê Renc Sengawî ve tê pêşkêşkirin, derbarê rewşa aborî û daraî ya Herêma Kurdistanê û hinartina petrola Herêma Kurdistanê de axivî.

Awat Şêx Cenab ragihand, Heta niha Bexda ew 400 milyar dînarên ku ji bo mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê hatine terxankirin, neşandiye û got, “Pereyên ku niha li ber destê me hene têra mûçeyên meha Nîsanê nakin.”

Bi gotina Awat Şêx Cenab, nakokiyên siyasî bandor li awayê reftarên Bexdayê li bermaber Herêma Kurdistanê kiriye.

Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê amaje bi diyarkirina pişka Herêma Kurdistanê di budceya Iraqê de kir û diyar kir, pişka Herêma Kurdistanê ji budceyê 16 tirîlyon dînar e.

Awat Şêx Cenab tekez kir, eger pirsgirêka mûçe were çareserkirin, aboriya Herêma Kurdistanê dê geş bibe.

Derbarê dubare hinartina petrola Herêma Kurdistanê bo derve jî, Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Heta niha jî Iraqê nameyek ji Tirkiyê re neşandiye daku hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve destpê bike.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 226 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:03:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x