Wezîrê Derve yê Amerîkayê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di peywendiyeke telefonî de bi boneya hilbijartina wî weke Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir.

02.06.2019, Paz - 17:59

Wezîrê Derve yê Amerîkayê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir
Nuçe Belav bike

Mike Pompeo tekezî li ser berdewamiya peywendiyên Amerîka li gel Iraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran de kir.

Pompeo herwiha hêvî kir peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bêne xurtkirin û pirsgirêkên navbera herdu aliyan bi diyalogê bêne çareserkirin.

Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî spasiya vê peywendiya telefonî û pîrozbahiya Mike Pompeo kir û tekezî li ser bêtir bihêzkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê di hemû waran de kir.

Nêçîrvan Barzanî herwiha tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalog û gotûbêjê jî kir.

Pêştir her yek ji Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Amerîkayê û Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Morgan Orgatus bi peyamên cuda pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kiribûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 774 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:15:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x