AMNESTY: Polîsên Îranê li Sistan û Belûcistanê 82 kes kuştine

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (AMNESTY) li ser hejmara kuştiyên li bajarê Zahidanê û herêma Sîstan û Belûcistanê daxuyaniyek belav kir.

07.10.2022, Cum - 15:15

AMNESTY: Polîsên Îranê li Sistan û Belûcistanê 82 kes kuştine
Nuçe Belav bike

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (AMNESTY) li ser hejmara kuştiyên li bajarê Zahidanê û herêma Sîstan û Belûcistanê daxuyaniyek belav kir. Li gorî daxuyaniyê, di xwepêşandanên dawî yên li van her sê deveran de zêdetirî 82 sivîlan canê xwe ji dest dane. Berpirsê rêxistinê ji Neteweyên Yekbûyî kir ku komîteyeke taybet ji bo cezakirina Îranê pêk bîne.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (AMNESTY) ragihand ku ji 30ê Îlonê ve li Zahidan, Sîstan û Belûcistanê zêdetirî 60 sivîl ji aliyê polîsan ve hatine kuştin. Hevdem amaje bi wê yekê jî kiriye ku nêzîkî 16 welatiyên din ji ber qerebalixiya zêde ya xwepêşandanan canê xwe ji dest dan.

Rêxistin dibêje jî ku wan belgeyên mirinê ji çalakvan, malbatên kuştiyan û şahidhalan wergirtine. Li gorî dîmen û wêneyan hejmara miriyan zêdetir e.

Li gor amarên ne fermî, ji roja destpêkirina xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên 16ê Îlonê û pê ve 154 kesan canê xwe ji dest dane.

Rêxistina Mafên Mirov ya Îranê jî dibêje ji wan 40 kes jin in û 9 jî zarok û ciwan in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 543 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:48:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x