130 kesayet ji bo naskirina Rojavayê Kurdistanê nameyekê ji Şandiyê NY re dişînin

Komek ji akademîsyen, rewşenbîr û nûnerên rêxistinên civaka sivîl nameyek pêşkêşî Nûnerê Netewên Yekbûyî yê ji bo Sûriyê Geir Pedersen kirine, û tê de bersiva formula rêxistinên civaka sivîl ên girêdayî hikûmeta Sûriyê yên di Komîteya Destûrî de derbarê diyarkirina nasnameya dewleta Sûriyê de dane.

28.04.2022, Per - 13:55

130 kesayet ji bo naskirina Rojavayê Kurdistanê nameyekê ji Şandiyê NY re dişînin
Nuçe Belav bike

Heta niha bêhtir ji 130 nûnerên rêxistinên civaka sivîl û kesayetiyên rewşenbîr û akademî yên Kurd ên Sûriyê nameya ji bo Geir Pedersen îmze kirine.

Di wê nameyê de hatiye ku wan –Kesên li ser peyamê îmze kiriye- hêvî dikir Civaka Navdewletî kar li ser binyadkirina diyalogê bike, bi mebesta garantîkirinê bo veguhestineke siyasî li Sûriyê, li gorî biryara navdewletî ya 2254 ku atmosfêreke ewle peyda bike ji bo diyalogeke hêmin û ciddî di navbera Sûriyan de.

Bi nêrîna kesên ku name îmze kirine, derbarê pirsên girêdayî nasnameya dewleta Sûriyê de, ew pêwîst dibînin ku nasandina wê nasnameyê li ser 13 xalan ava bibe.

Di peyama ji bo Geir Pederson de amaje bi çend xalên giring hatiye dan, ku divê Sûriye dewleteke federal û demokrat be, pirhejmariya netewî, çandî û olî nas bike, hebûna gelê Kurd û mafên wê yên netewî qebûl bike, Herêma Rojavayê Kurdistanê weke yekeyeke erdnîgarî nas bike û zimanê Kurdî li kêleka zimanê Erebî zimanê fermî yê dewletê be.

Ew 13 xalên ku wan kesayetiyan ji bo nasnameya dewleta Sûriyê diyar kirine, ev in:

1. Sûriye dewleteke federal e.

2. Sûriye dewleteke pir netewe, çand û ol e.

3. Sûriye dewleteke xwedî sîstemeke siyasî ya pirjimar a demokrat e li ser prensîpa cudakirina desthilatan ava dibe.

4. Lihevkirin li ser al û sirûdeke niştimanî yên nû ji bo dewletê bê kirin.

5. Sûriye dewleteke endam e di Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navdewletî û herêmî yên din de.

6. Dewlet azadiya bîrûbawerî, oldarî û wekheviyê di navbera hemû ol û bîrûbaweriyan de garantîne dike, bi awauekî ku ne dijberî vê destûrê be.

7. Danpêdan bi mafên neteweyî ji bo gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê û bi mafên neteweyên din jî.

8. Danpêdan bi Herêma Kurdistana Sûriyê weke yekeyeke cografî ya yekbûyî, di çarçoveya dewleta Sûriyê de.

9. Desthilat di navbera navendê û aliyan de bê dabeşkirin, li gorî mîkanîzmayeke dadwerane ku geşepêdan û xweşguzeraniyê ji bo hemû Sûriyan pêk bîne.

10. Zimanên Erebî û Kurdî du zimanên fermî bin li welat.

11. Zimanên din ên Siryanî û Tirkmenî li kêleka herdu zimanên Kurdî û Erebî, li navçeyên ku piraniya axêverên bi wan zimanan lê hene, fermî bin.

12. Zimanê sereke yê perwerde û fêrkirinê, zimanê piraniyê be li her navçeyekê.

13. Encûmena Asayişê ya Navdewletî garantora cîbicîkirina vê destûrê be.

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 452 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:15:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x