Akar: Ji Iraqê heta ser Deryaya Spî korîdora terorê heye

Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar îro di 13mîn Konferansa Balyozan de li Enqerê derbarê operasyona muhtemel a Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de ragihand, li bakurê Sûriyê her ji sînorê Iraqê heta ser Deryaya Spî “korîdoreke terorê” tê avakirin û got, ew rê nadin ew korîdor bê avakirin.

09.08.2022, Sal - 10:03

Akar: Ji Iraqê heta ser Deryaya Spî korîdora terorê heye
Nuçe Belav bike

Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar di axaftina xwe de îdia kir ku tenê artêşa Tirkiyê ye ku rasterast li dijî DAIŞê şer dike û ew dixwazin terorê di çavkaniya wê de bi dawî bikin.

Hulusî Akar weke daxuyaniyên piraniya rayedarên Tirkiyê, careke din kontrolkirina navçeyên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Kurdan ve û hebûna Rêveberiya Xweser li wan navçeyan weke “korîdora terorê” bi nav kir û diyar kir, Tirkiye rê nade korîdorekî bi vî awayî were avakirin.

Akar got, “Em behsa korîdoreke terorê ya li bakurê Sûriyê dikin ku ji Iraqê destpê dike û heya Deryaya Spî diçe. Dubare serokkomarê me, wezîrên me gelek caran gotin ku em rê nadin vê yekê. Di encam de ev korîdora terorê hat perçekirin. Me dubare got êdî em rê nadin vê korîdorê.”

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê îdia kir, ku ew tenê behsa têkbirina korîdora terorê dikin, lê hin ragihandinên derve mijarê berovajî dikin û operasyonên Tirkiyê ji bo kuştina Kurdan bi nav dikin.

Hulusî Akar têkildarî vê yekê got, “Her ku em dibêjin ên ev korîdor kolandine dê li wê derê bên binaxkirin, bi taybetî ragihandina derve vê yekê berovajî dike û dibêjin operasyonan bo kuştina Kurdan dikin. Em rûbirûyê derewên wiha jî tên.”

Di berdewamiya axavtina xwe de, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê amaje bi êrîşa sala 2019an a bo ser Rojavayê Kurdistanê û sozên Amerîka û Rûsyayê yên piştî wê êrîşê kir û ragihand, “Piştî operasyona 2019an Rûsya û Amerîkayê soz dane me ku terorîstên li herêmê ji wê derê derxînin, em jî li hêviya cîbicîkirina vê yekê ne.”

Rayedarên Tirkiyê gef dixwin ku dê operasyoneke nû ya leşkerî li bakurê Sûriyê û li dijî HSD û YPGê pêk bînin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan duh Duşembê 8ê Tebaxê li Enqerê careke din behsa operasyoneke nû ya artêşa welatê xwe li dijî Rojavayê Kurdistanê kir û diyar kir, ew dê di demeke nêzîk de kembera ewlehiyê ya bi kûrahiya 30 kîlometreyan li bakurê Sûriyê temam bikin.

Erdogan got, “Em dê têkoşîna xwe ya li dijî terorê bidomînin. Biryara me ya avakirina xeteke ewledar a bi kûrahiya 30 kîlometreyan li ser sînorê me yê başûr maye. Hêvîdarim ku em zincîrên vê kembera ewlehiyê bi paqijkirina dawîn deverên ku rêxistina terorîst li Sûriyê lê hêlînên xwe hene, di demek nêzîk de bikin yek.”

Herwiha Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê Derya Yanik jî pêr Yekşembê 7ê Tebaxa 2022an ragihandibû, Tirkiye ji bo rêgirtin ji avabûna dewleteke Kurdî li bakurê Sûriyê destwerdanê di Sûriyê de dike.

Ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê gotinên Derya Yanik belav kiribû ku têde gotibû, “Niha hewl didin li bakurê Sûriyê dewleteke Kurdî ava bikin. Em jî hewl didin ku neyê avakirin. Em ewqas şehîdan vala nadin. Me li Tirkiyê jî vala vala ev qas însan himbêz nekirin. Li Bakurê Sûriyê li aliyekî Hêzên Çekdar ên Tirkiyê û li aliyê din jî Artêşa Azad ji hev cuda têkoşînê dikin da ku li wir dewleteke Kurdî ava nebe. Li wir avakirina dewleteke Kurdî tê wateya bi kêrê perçekirina başûrê rojhilatê Tirkiyê.”

Tirkiye di mehên dawî de gefên destpêkirina operasyoneke leşkerî ya nû li dijî Rojavayê Kurdistanê dubare kirine, û berpirsên Tirkiyê dibêjin ku operasyona nû ya wî welatî li bakurê Sûriyê “di her kêliyê de dikare dest pê bike”.

Lê belê, civaka navneteweyî li hember êrîşek wiha hişyarî daye Tirkiyê û piraniya welatan bi taybet Amerîka, Rûsya, Fransa û welatên din ên Ewropayê, herwiha Îranê ragihandine ku her operasyoneke nû ya leşkerî li bakurê Sûriyê dê aloziya li Sûriyê zêdetir bike.

Herî dawî Serokkomarê Tirkiyê Erdogan li Soç bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re civiyabû û mijara operasyona nû ya li dijî Rojavayê Kurdistanê bi wî re gotûbêj kiribû, lê ti encameke bi dilê Tirkiyê ji wê civînê derneketibû.

Tirkiyê ragihandiye, Til Rifet û Minbic armancên sereke yên operasyona muhtemel a wî welatî ne.

Tirkiye hêzên Kurdî yên YPG û HSD bi wê yekê tohmetbar dike ku herêmên Til Rifet û Minbicê ji bo êrişkirina ser hêzên wê bikar tînin, lê belê ew wê tohmetê red dikin û dibêjin, Tirkiye û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve rojane navçeyên di bin kontrola wan de topbaran dikin.

Enqere îdia dike ku YPG baskê Sûriyê yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, û her du rêxistinên wek terorîst bi nav dike. Lê belê Amerîka û welatên rojavayî û bi taybet welatên din ên endamên NATOyê di mijara YPGê de bi Tirkiyê re nakokin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 268 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:55:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x