DAIŞiyan bi çekên rextî û roketavêjeke RPG êrişî xaleke kontrolê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir û şervanan bersiv da êrişê.
Bûyer doh li derdora bajarokê Zirê yê li rojhilatê Dêrezorê qewimî.
Piştî êrişê di navbera her du aliyan de pevçûnên dijwar derketin.
Heta niha derbarê ziyanên canî û madî yên ji ber êrişê ti agahiyên zelal nehatine bidestxistin.
Rêwangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji destpêka sala 2024an ve şaneyên DAIŞê li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de 118 êriş pêk anîne.
Ev êriş bi rêya êrişên çekdarî, hedefgirtin û teqînan hatine kirin.
Li gorî SOHRê, di encama van çalakiyan de bi giştî 44 kes hatine kuştin û amar wiha ne:
• 28 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) canê xwe ji dest daye
• 8 DAIŞî hatine kuştin
• 8 sivîlan canê xwe ji dest daye
SOHRê derbarê cihê êrişên DAIŞê jî ev agahî dane:
Dêrezor: 100 êriş. Di encamê de 20 şervan û 8 sivîlan canê xwe ji dest daye, 3 DAIŞî hatine kuştin û 20 kes jî birîndar bûne.
Hisîça: 11 êriş. 4 DAIŞî hatine kuştin, 2 endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) û şervanekî HSDyê canê xwe ji dest daye û 2 kes jî birîndar bûne.
Reqa: 7 êriş. Şervanekî HSDyê û endamekî Asayîşê canê xwe ji dest daye û DAIŞiyek hatiye kuştin. Her wiha 8 kes jî birîndar bûne.