TEV-DEM: Derbasbûna Pêşmergeyên Roj sedema şer e!

Endamê Konseya Rêveber a TEV-DEMê Aldar Xelîl îdia kir ku ENKS di asta navnetewî de di hevpeyvînên xwe yên diplomatik de hewl didin navê YPG, YPJ û PYDê bixin lîsteya terorê.

02.02.2017, Per - 16:30

TEV-DEM: Derbasbûna Pêşmergeyên Roj sedema şer e!
Nuçe Belav bike

Endamê Konseya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl hefteya borî serdana Herêma Kurdistanê kiribû û li vir hin hevdîtin pêk anîbû. Xelîl derbarê vê serdanê de ji ANHAyê re axivî û diyar kir ku \"Me di hevdîtinên xwe yên bi hêz û aliyên dîtir re nepejrandina derbasbûna pêşmergeyan a Rojava anî ziman.ʺ

Xelîl di hevpeyvînê de hewldana derbasbûna Pêşmergeyên Rojava bi Tirkiyê re girê dide û van îdiayan tîne ziman:

ʺLi gorî diyar dibe hinek alî ne berjewendiyên gelê kurd berjewendiyên xwe yên taybet difikirin. Gef dixwin lê belê em bi şer nafikirin û naxwazin şerê biratiyê bikin. Me gelek caran gotiye û şiyarkiriye ger ev pêşmergeyên Rojava derbasî Rojava bibin dê şer derbikeve. Di hevdîtinên xwe de me anî ziman ku PDKê şiyarbikin nekevin vê şaştiyê de. Derbaskirina pêşmergeyan a Rojava mijara gumanê ye.ʺ

Aldar Xelîl herwiha îdia kir ku Eniya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji bo YPG, YPJ û PYDê bixin lîsteya terorê hewl didin. Xelîl nêrînên xwe bi van gotinan anî ziman:

\"Hinek partî hene bi navê ENKSê li Rojavayê Kurdistanê dixebitin û navendên wan hene lê bele hinek pirsgirêkên wan ên weke nepejirandina Rêveberiya Xweser hene. Li dijî Sîstema Federal dixebitin û propegandeyeke li dijî me dikin. Ev yek dibe sedema ku di nava gel de rewşeke nearamî derbikeve holê. Her wiha partiyên girêdayî ENKSê yên ku li Rojava dimînin di asta navnetewî de di hevpeyvînên xwe yên dîplomatîk de hewl didin ku navê YPJ, YPG, PYD′ê bixin lîsteya terorê.ʺ

ANHA
Vî nûçeyê tevayî: 1358 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:02:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x