Almanya: Em ne ligel ti êrîşeke nû ya Tirkiyê ya li axa Iraq û Sûriyê ne

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ragihand, ew ne ligel ti êrîşeke nû ya Tirkiyê ne.

30.07.2022, Cts - 07:00

Almanya: Em ne ligel ti êrîşeke nû ya Tirkiyê ya li axa Iraq û Sûriyê ne
Nuçe Belav bike

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ragihand, ew ne ligel ti êrîşeke nû ya Tirkiyê ya li nav axa Iraq û Sûriyê ne û her şerekî nû, ji bo xelkê sivîl dibe sedema êş û janên nû.

Annalena Baerbock di civîneke çapemeniyê de diyar kir: “Nabe bi hinceta berevaniyê, êrîşeke din bi ser bakurê Iraqê û bakurê Sûriyê were kirin, her şerekî nû, ji bo xelkê sivîl dibe sedema êş û janên zêdetir, çimkî neseqamgîriya navçeyê, dibe sedema bihêzbûna rêxistinên weke DAIŞê.”

Baerbock got: “Mafê hikûmeta Tirkiyê ye ku berevaniya xwe bike, em jî dizanin PKK li ser Tirkiyê gef e, loma PKK ji aliyê Yekîtiya Ewropayê û Almanyayê ve ketiye nav lîsteya terorê, ji bo her pêngaveke berevajî, divê li gor yasayên navdewletî li hember wan tevbigerin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 576 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:03:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x