Amadekarî ji bo civîna serkirdeyên ENKSê û HSDê tên kirin

Di çarçoveya yekrêziya Kurdî de, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKSê) di rojên bê de careke din bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re dicive.

28.01.2025, Sal - 11:03

Amadekarî ji bo civîna serkirdeyên ENKSê û HSDê tên kirin
Nuçe Belav bike

Berdevkê ENKS Feysel Yûsif ji ajansa K24 re got, Serok Barzanî û Hevpeymaniya Navdewletî rijd in li ser nêzîkatiya aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û di demek nêzîk de ewê careke din hevdîtinê bi Mezlûm Ebdî re bikin.

Berdevkê ENKSê got jî, armanca civîna bi Mezlûm Ebdî re, ji bo gihîştina bi nêrîn û daxwazên hevbeş ên kurdên Sûriyeyê ye û tekez kir, her çiqas zû ev yekrêzî çêbibe, ji bo miletê wan baştir e.

Serok Mesûd Barzanî roja 16.01.2025an li Hewlêrê pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî kiribû.

Baregeha Barzanî belav kir, “Di hevdîtinê de, rewşa Sûriyeyê û dawî pêşhatên ewlehî û siyasî yên Sûriyeyê, çarçoveya giştî ya serederîkirina aliyên Kurdî bi rewşa nû ya Sûriyeyê re, û herwesa çawaniya wergirtina helwesteke hevpar a aliyên Kurdî yên Sûriyeyê hatin gengeşekirin.”

Herwiha tekez li ser wê yekê jî hat kirin ku, divê aliyên Kurdî yên Sûriyeyê bê desttêwerdana çi aliyekî û bi rêkarên aştiyane biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin, û pêxemetî gerentîkirina mafên wan bi yekrêzî û yekhelwestiya hevpar bi desthilatdarên nû yên Sûriyeyê re bigehin hevfêmkirinê û lihevkirinê, herwesa fakterên aştî û seqamgiriyê bin û rêyê li dubarebûna wan nexweşiyan bigirin ên ku bi serê gelê Kurd û pêkhateyên din ên Sûriyeyê hatine.

 

Vî nûçeyê tevayî: 159 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:00:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x