Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), amadekariyên xwe ji bo lidarxistina çaremîn kongireya xwe ya giştî didomîne. Her wiha Nûnerên encûmenên xwecihî hatine hilbijartin û kesayetiyên serbixwe jî hatine destnîşankirin.
Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Silêman Oso ragihand, ji sedî 51 kes ji beşdarbûyên kongireyê kesên serbixwe ne û 49 nûnerên partiyên siyasî ne. Kesên serbixwe jî, bi rêya encûmenên xwecihî hatine hilbijartin, ku ew jî 18 encûmen in.
Endamekî serbixwe, ku ji roja damezrandinê ve, ji 10 salan ve, di nav ENKSê de kar dike, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa nerînên xwe kiriye.
Endamê serbixwe yê Emîndariya Giştî ya ENKSê Ebdulbarî Xelef got “Kesên serbixwe têne hilbijartin wek her herêmek kotayeke wê heye, her xwecihiyek kesên wê yên xwecihî û yên dora wê xwecihiyê hildibijêrin, dengê xwe didin û bi rengekî demokratîk tên dibin endamê kongreyê. Bi rastî ez bi hêvî me ku encûmena me ya niştimanî Kurdî piştî kongreya çaran roleke nû bileyze û bi rengekî nû kar bike û kes li ber dora kesê serbixwe nasekine, yanî kesên serbixwe ku rola xwe bilîzin rê ji wan re vekirîne. Em bi hêvî ne kesên serbixwe yên dibin endamê kongreyê û endamê encumena vê neqlê em rolek çêtir bilîzin û destê me di destê partiyên me de bin û em bihêlin encumena me karek çêtir ji xizmeta gelê me re bike.”
Endam û alîgirên ENKS hêviya guhertin û pêşxistina karê Encûmenê dikin.
Tê pêşbînîkirin ku kongireya çarem a ENKSê di van çend rojên bê de, li bajarê Qamişlo bê lidarxistin.
Encûmna Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS)ê, 26ê Cotmeha 2011yan hate damezrandin.