Amerîka: 10 hezar çekdarên DAIŞê di girtîgehên Rêveberiya Xweser de hene

Cîgirê Alîkarê Serokê Amerîkayê Joshua Geltzer anî ziman, “Di nîva yekem a îsal de, DAIŞê herî kêm 350 êrîş li Iraq û Sûriyê kirine. Ev li gor amarên wan bixwe lê eger hejmar hinek kêm bike jî, hîn jî DAIŞ pêkhateyeke aktîv a terorîstî ye û di kuştina xelkê de berdewam e.”

16.07.2022, Cts - 06:43

Amerîka: 10 hezar çekdarên DAIŞê di girtîgehên Rêveberiya Xweser de hene
Nuçe Belav bike

Li gel gefên dubare yên Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê Amerîka jî helwesta xwe ya li dijî encamdana operasyonekê nîşan dide. Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê dibêje herî kêm 10 hezar çekdarên berê yên DAIŞê di girtîgehên di jêr desthilata HSDê de girtî ne. Hevdem nêzîkî 60 hezar koçber di kampên Hol û Rojê de hene ku beşa herî zêde ya wan merivên endamên DAIŞê ne.

Amerîka hişyariyê dide ku DAIŞ hewl dide di wan kampan de xwe rêxistin bike û dibêje li 30 welatên cuda tevgera DAIŞê heye.

Amerîka her wiha ji bo rêgirtina li ber vê yekê jî dibêje, Amerîka ji sê aliyan ve alîkariyê pêşkêşî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dike: Yekem, avakirina girtîgehên nû, duyem profesyonelkirina pasevanên girtîgehê û sêyem jî alîkariya lojîstîkî bo vegerandina girtiyên biyanî.

Cîgirê Alîkarê Serokê Amerîkayê Joshua Geltzer anî ziman, “Di nîva yekem a îsal de, DAIŞê herî kêm 350 êrîş li Iraq û Sûriyê kirine. Ev li gor amarên wan bixwe lê eger hejmar hinek kêm bike jî, hîn jî DAIŞ pêkhateyeke aktîv a terorîstî ye û di kuştina xelkê de berdewam e.”

Astengiyeke din a li pêş ewlehiya girtîgehên di jêr desthilata HSDê de, operasyonên aliyên dijberên wê ye, bi taybetî jî êrîşên çaverêkirî yên Tirkiyê ne.

Serokkomarê Tirkiye di gelek daxuyaniyan de, behsa operasyonê bo Bakurê Rojhilatê Sûriye û navçeyên di jêr desthilata HSDê de dike. Erdogan bo wê operasyonê PKK dike hincet.

Di destpêka vê mehê de Rêveberiya Xweser rewşa awarte bo egera êrîşa Tirkiye bo ser navçeyên Bakurê Sûriyê ragihand.

Amerîka dibêje, her operasyoneke bi wî awayî, dibe sedema lawazkirina şerê li dijî DAIŞê û xwe rêxistinkirina wê rêxistinê.

Rojnamevan got, “Eger em bikevin nav wê rewşê ku Tirkiye dagîrkariyê bike, çi bi wan serbazên Amerîkayê tê? Gelo ligel HSDê dimînin? Gelo wî cihî bicih dihêlin, her wekî ku me çawa di sala 2018ê de dîtiye?”

Cîgira Alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Dana Stroul anî ziman, “Ez naçim nav rewşeke egeran de, lê ez wê dibêjim ku di vê demê de, em li dijî operasyonan in û me bi gelek zelalî jî gotiye ku operasyonên bi wî awayî li nêzîkî me dibe sedema nîgeraniya Amerîkayê û hevpeymanan û nîgeraniyê derbarê paşveçûna ew karê ku me heta niha li dijî DAIŞê kiriye, çêdike.”

Wezareta Beravaniyê ya Amerîkayê bo garantîkirina ewlehiya girtîgehan, welatan hand dide daku welatiyên xwe ji kampên hol û roj vegerînin. Herwiha dibêje di demê salekê de Iraqê 2 hezar û 100 welatiyên xwe ji Kampa Holê vegerandine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 513 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:48:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x