Amerîka li Kobaniyê baregeheke mezin ava dike

Amerîkayê hêzeke din şande bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê û dê li wê derê baregeheke mezin a leşkerî ava bike.

03.01.2025, Cum - 07:21

Amerîka li Kobaniyê baregeheke mezin ava dike
Nuçe Belav bike

Piştî ku hêzên Rûsyayê ji Kobaniyê vekişiyan, Amerîkayê dest bi şandina hêzên xwe kir û baregehên nû ava dike.

Doh dîmenê karwanekî mezin ê Amerîkayê hat belavkirin ku berê xwe dabû Kobaniyê.

Karwanê çek, teqemenî, odeyên hazir, karmereyên çavdêriyê û amûrên kolandina xendeqan li xwe digirt.

Li gorî zanyariyan, Amerîka li nava bajarê Kobaniyê baregeheke mezin ava dike.

Piştî ku 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) çû Şama paytext û rejîma Beşar Esed rûxiya hevsengiyên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê guherîn.

Rûsyaya ku piştgiriya rejîma Beşar Esed dikir bi ketina wî re xwe ji gelek cihan vekişand.

Amerîka jî dixwaze valahiya ku piştî vekişîna Rûsyayê derket holê dagire.

 

Vî nûçeyê tevayî: 860 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:51:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x