Amerîkayê karmendên xwe yên sivîl ji Rojavayê Kurdistanê vediguhêze Hewlêrê

Hat îdiakirin ku piştî zêdebûna êrişên asmanî yên artêşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, Amerîkayê karmendên xwe yên sivîl ji Rojavayê Kurdistaê veguhestin Herêma Kurdistanê.

30.11.2022, Çar - 15:11

Amerîkayê karmendên xwe yên sivîl ji Rojavayê Kurdistanê vediguhêze Hewlêrê
Nuçe Belav bike

Rojnamevana Al Monitorê Amberin Zaman ragihand ku artêşa Tirkiyê ligel êrişên xwe yên bo ser baregeh û binkeyên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi dron û topxaneyan, piştî ku dest bi êrişî jêrxaneyên sivîl weke santrala elektirîkê, kêlgehên petrol û navendên din kir; Amerîkayê tevî dîplomatan tevahiya karmendên xwe yên sivîl bo Hewlêrê veguhestin.

Damezrînerê Free Burma Rangersê David Eubank, ku li herêmên şer dixebite, heta roja Yekşemê li Rojavayê Kurdistanê li ser karê xwe bû. David Eubank diyar kir ku gelên herêmê ji ber êrîşên Tirkiyê di wê baweriyê de ne ku Amerîka ji bo rêlibergirtina êrişan tiştek nekiriye û xwe wisa dibînin ku Amerîkayê xiyanet li hemberî wan kiriye.

Rayedarekî herêmê ji Al-Monitor re axivî û piştrast kir ku dîplomat û karmendên sivîl Amerîkî hêj li Hewlêrê ne.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê mijarê de agahî dane Al-Monitoiyê û gotiye: “Weke ku Wezareta Berevaniyê diyar kir, êrîşên asmanî yên vê dawiyê li Sûriyê rasterast ewlehiya karmendên Amerîkî yên ku li Sûriyê dixebitin dixe xeterê."

Heman Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê nexwest piştrast bike ku karmendên sivîl ên Amerîkî ji Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê derketine û got, "Em wekî polîtîkayeke giştî li ser tevgera personelan şîrove nakin."

Pêşti Tirkiyê dema gefa êrişê xwaribû, hêzên serbazî yên Hevpeymaniya Navdewletî di nav bajarên li jêr xetereyê de bûn derbas dibûn, bi bilindkirina alayên mezin ên Amerîkayê hêza xwe nîşan didan, lê vê carê pêşandaneke wiha nebûye.

Wî berdevkî pirsa Al-Monitor ya “gelo Amerîka di navbera Tirkiyê û HSDê de navbeynkariya dike ji bo rêgirtina li ber êrişa bejayî ya Tirkiyê?” ber bersiv hişt û got, ew derbarê hevdîtinên dîplomatîk ên taybet de naxive. Çavkaniyên zanyarî dane Al-Monitorê diyar dikin ku Tirkiyê hemû hewldanên navbeynkariyê red kiriye û ketiye ser xeta şer.

Di Cotmeha 2019an de bi navbeynkariya Rûsyayê peymanek ji bo bidawîkirina operasyona Tirkiyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyeyê hatibû îmzekirin.

Minbic û Kobanî ku berê di bin parastina Amerîkayê de bûn, pişt re hêzên hikûmeta Sûriy û Rûsyayê li wan deveran hatin cîbicîkirin.

Tirkiyê ji 20ê Mijdara 2022an ve operasyoneke nû bi navê “Operasyona Pence-Şûr” bi êrîşên esmanî û topxaneyan li dijî Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin.

Herwiha berpirsên Tirkiyê gefa wê yekê jî dikin ku dê di demeke guncaw de êrîşa bejayî jî li dijî Rojavayê Kurdistanê û deverên di bin kontrola HSDÊ de bidin destpêkirin.

Rêveberiya Xweser dibêje, di encama bombebaran û topbaranên artêşa Tirkiyê de 59 kesan canê xwe ji dest daye, ku 19 ji wan şervan û 16 kes jî welatiyên sivîl bûne. Rêveberiya xweser herwiha dibêje di van oparasyonên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên jêr desthilata HSDê de 73 kes jî birîndar bûne, ku 33 ji wan sivîl, 13 jê şervan û endamîn Hêzên Asayîşê ne û 25 kes jî serbazên artêşa Surî ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 184 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:25:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x