Artêşa Rojavayê Kurdistanê tê damezrandin!

Endamê Lîjneya Merkezî yê Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê (PDKS) Kawa Ezîzî eşkere kir, ku ji bo damezrandina Artêşa Rojavayê Kurdistanê kar dikin û dixwazin hêzekî 15 hezar kesî bişînin Rojavayê Kurdistanê.

22.01.2017, Paz - 10:05

Artêşa Rojavayê Kurdistanê tê damezrandin!
Nuçe Belav bike

Kawa Ezîzî ji Rûdawê re ragihand; “Niha hejmara Pêşmergeyên Roj 6-7 hezar kes in. Ji du hêz û her du rêgezan pêk hatine. Em hewl didin hêza sêyemîn jî li ser zêde bikin, artêşekî 15 hezar kesî bi navê Artêşa Rojavayê Kurdistanê ava bikin û bişînin Rojavayê Kurdistanê.

Endamê Lîjneya Merkezî yê PDKSê diyar kir, ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî garantî û piştgiriyê dide wan herwiha hevpeymaniya navdewletî jî hevkariya wan dike.

Ezîzî daxuyand, ku ev artêş dê li Rojavayê Kurdistanê li dijî DAIŞê û herwiha li dijî wan hêzên ku ji aliyê hevpeymaniya navdewletî ve weke terorîst tên naskirin, şer bike.

Kawa Ezîzî herwiha got; “Dema şandina vê hêzê bo Rojava dê piştî civînên Astana û Cenevê diyar bibe. Dibe ku ev dem di havîna 2017ê de eşkere bibe.”

Ezîzî di wê baweriyê de ye, ku hebûna hêzên zêde yên çekdar li Rojavayê Kurdistanê rê ji şerê birakujiyê re venake û ragihand; “PDK û YNKê li Başûrê Kurdistanê zêdetirî 5 salan hev tarûmar kirin. Lê di encamê de li hev hatin. Barzanî soz daye, ku bi ti awayî xwîna kurdan bi destê kurdan neyê rijandin.”

Beriya niha aliyan gelek hewl dan, ku PYDê razî bikin da ku pêşmergeyên Rojava vegerin. Lê li ser şêweyê veger û birêxistinkirina vê hêzê rêkeftin çênebû. PYD, ku ligel çend partiyeke din li Rojavayê Kurdistanê rêveberiyeke xweser ragihandiye, dibêje YPG hêza fermî ya Rojava ye û divê pêşmerge jî herin nav vê hêzê. PYD qebûl nake li Rojava ti hêzekê cuda yê serbixwe hebe û PDKS jî vê yekê qebûl nake.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1469 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:10:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x