Artêşa Tirkiyê: Mûşek ji Efrînê ve li Hatayê ketine

Artêşa Tirkiyeyê ragihand, ji aliyê Sûriyê ve bi hewanan êriş li du binkeyên serbazî li devera Hatayê hate kirin û bi tundî bersiv hatiye dayîn.

27.04.2017, Per - 07:13

Artêşa Tirkiyê: Mûşek ji Efrînê ve li Hatayê ketine
Nuçe Belav bike

Artêşa Tirkiye bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, îro beriya nîvroyê, ji aliyê Efrînê bi hewan êriş li binkeyeke leşkerî ya navçeya Hassa ya Hatayê hatiye kirin. Di êrişê hawan li avahiyê ketiye, lê ti ziyanên canî nebûne.

Herwiha dîsa li sînorê navçeya Hassa û ji devera bin kontrola hêzên rejîma Sûriyê bi hawanê êriş li baregeke serbazî hatiye kirin. Hat ragihandin di êrişê de kuştî û birîndar nînin û bi awayek tund bersiva her du êrişan hatiye dayîn.

Tê zanîn ku, artêşa Tirkiyê li çeperên YPGê yên li gundên Firfirkê, Qerebaba û Pira Heşarkê li devera Reco ya Efrînê daye ber topan piştî wê dengê fîşekan jî hatiye bihîstin.

Ji aliyê xwe ve, YPGê jî ragihandiye ku wan bersiva êrîşên artêşa Tirkiyê dane û heta niha jî şer didome.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1346 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:10:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x