Asayiş: Li gundekî Kobanê 10 kes di êrîşeke Tirkiyeyê de birîndar bûn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) ragihand, firokeyeke Tirkiyeyê malek li gundekî Kobanê bombebaran kir û di encamê de, 10 kes birîndar bûn.

03.02.2025, Pts - 10:41

Asayiş: Li gundekî Kobanê 10 kes di êrîşeke Tirkiyeyê de birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh 2ê Sibatê di daxuyaniyekê de ragihand, firokeyeke Tirkiyeyê duh malek li gundê Aşmê yê Kobanê bombebaran kir û di encamê de, 7 zarok, mêrek û du jin birîndar bûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn tekez kir jî, “Ev êrîş binpêkirineke eşkere ye ji hemû qanûn û pîvanên navdewletî ne.”

Asayişê bi tundî ev êrîşa hovane şermezar kir û bang li civaka navdewletî û rêxistinên mirovî kir ku berpirsyariyên xwe bicih bînin û zextê li Tirkiyeyê bikin, da ku van êrîşan rawestînin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 91 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:45:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x