Asayişa Rojava: 27 DAIŞî li kampa Holê hatin girtin

Asayişa Rojavayê Kurdistanê ragihand, di operasyonekê de 27 endamên ser bi şaneyên nihênî yên DAIŞê ve li nav kampa Holê hatin girtin.

26.08.2022, Cum - 15:04

Asayişa Rojava: 27 DAIŞî li kampa Holê hatin girtin
Nuçe Belav bike

Asayişa Rojavayê Kurdistanê ku bi fermî jê re Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê tê gotin, îro Înê 26ê Tebaxê di daxuyaniyekê de ragihand, di roja duyemîn a qonaxa duyemîn a operasyona "Mirovî û Ewlehiyê" de 27 çekdarên DAIŞê li kampa Holê ya li başûrê bajarê Hesekê hatine girtin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ew kes ser bi şaneyên nihênî yên DAIŞê ve bûne û di beşa yekemîn a taybet bi penaberên Iraqî de hatine girtin.

Asayişa Rojavayê Kurdistanê wiha dibêje, “Hêzên me di yekemîn hemleya paqijkirin û lêgerînê ya li kampa Holê de, ku hîna jî xebatên paqijkirinê li wê derê didomin, heta niha 27 endamên şaneyên razayî yên DAIŞê girtine.”

4 tunelên DAIŞê

Herwiha hatiye gotin ku di nav kampa Holê de 4 tunelên DAIŞê jî hatine dîtin ku “şaneyên nihênî yên DAIŞê ji bo xweveşartinê û revê bikar dianîn” û piştre ji aliyê hêzên Asayişê ve hatine tijekirin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê duh Pêncşembiyê 25ê Tebaxa 202an destpêkirina qonaxa duyem a operasyona “Mirovahî û Ewlehî” li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê li nav Kampa Holê ragihandibû.

Qonaxa yekem a wê operasyonê di 2ê Nîsana 2021an de hatibû lidarxisatin û di çarçoveya wê operasyonê de, 125 çekdarên DAIŞê yên endamên şaneyên veşartî yên wê rêxistinê hatibûn girtin ku di nav wan de 20 berpirs jî hebûn.

Li gorî amarên nû yên Rêveberiya Kampa Holê, hejmare nişteciyên wê kampê gihiştiye 54 hezar û 390 kesan. Di nav wan de 27 hezar û 816 koçberên Iraqî û 18 hezar û 483 welatiyên Sûrî hene, herwiha li wê kampê 8 hezar û 91 kes jin û zarokên DAIŞê ji 54 welatên cîhanê jî hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 368 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:17:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x