Asayişa rêveberiya xweser 4 girtiyên din yên ENKS berdan
Îro Bextiyar Resûl, Nêçîrvan Hisên, Mahir Erebo û Omer salih Cemîl ku di pêşwaziya cenazeyê şehîd Hebîb Qedrî de di 15 meha tebaxa îsal de ji aliyê asayişa rêveberiya xweser ve hatibûn girtin, hatin azad kirin.
Berî zêdetirî 4 mehan gelek serkireyên ENKS û alîgirên wê di dema pêwaziya cenazeya şehîd Hebîb Qedrî de hatin girtin lê piştre çend kes ji wan hatin berdan û heya niha siyasetmedarên ENKS di zindanên asayişê de mane di nava wan de Mihemed Ismaîl endamê polîtbîroya siyasî ya PDK-S.