Bafil Talebanî bi hevserokên PYDê re civiya

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî di çarçoveya serdana xwe ya Rojavayê Kurdistanê de bi hevserokên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) re civiya.

21.12.2022, Çar - 10:16

Bafil Talebanî bi hevserokên PYDê re civiya
Nuçe Belav bike

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî duh çûbû Rojavayê Kurdistanê û çend hevdîtin pêk anîbû.

Talebanî bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî re civiya. Di civînê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê General Matthew McFarlane jî amade bû.

Piştre Bafil Talebanî bi hevserokên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdullah, Salih Muslim û endama Desteya Hevserokatiya PYDê Foza Yûsif re civiya.

Malpera fermî ya PYDê di derbarê hevdîtinê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin “Di hevdîtinê de li ser mijarên aramî û aştiyê li herêmê bi giştî hat sekinandin, her wiha hate destnîşan kirin li ser pêwistiya xurtkirina têkiliyên kurdistanî bi giştî di vê qûnaxa ku herêm û cîhanê tê de derbas dibe.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku yekemîn serdana Talebanî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê “di qonaxeke siyasî ya hestiyar de” pêk hatiye.

Di serdana Bafil Telebanî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê Rêveberê Giştî yê Dijî Terorê yê YNKê Wehab Helebceyî jî beşdar bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 367 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:52:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x