BBC, fermandara QSD'ê xist nav projeya 100 jinên 2017'an

Kanala BBC\'yê di çarçoveya projeya xwe ya \"100 jin 2017\"ê ku vê hefteyê behsa 100 jinî û serkeftinên wan dike de vîdyoyek li ser fermandara QSD\'ê Rojda Felat weşand.

12.10.2017, Per - 13:04

BBC, fermandara QSD'ê xist nav projeya 100 jinên 2017'an
Nuçe Belav bike

BBCyê vîdyoya xwe bi sernavê \"Jina ku bi sedan DAIŞî kuştin\" dest pê dike û wiha dewam dike: \"Rojda Felat operasyona Xezeba Firatê ya li Reqayê bi rê ve dibe. Bi hezaran şervanên kurd, ereb û suryanî di vê operasyonê de beşdar in\"

Felatê di vîdyoyê de behsa sedema beşdarbûna xwe di operasyonê de dike û wiha dibêje: \"Sedema ku hişt ez fermandariya vê operasyonê bikim, rizgarkirina jinên şingalî û gelek jinên din ên di destê DAIŞê de ne.\"

Herwiha fermandara kurd destnîşan dike ku li eniyê şerî li pêş cih girtiye û hîn jî wiha ye.

Felatê behsa bandora çek û topan li ser şervanan dike bê çawa bi demê re xwe ji tirsa xwe xelas dikin.

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 1378 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:38:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x