Berdevka Koşka Spî li ser ‘vekişîna ji Rojavayê’ axivî

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê ragihand, tim mafê Donald Trump heye ku mana hêzên Amerîkayê ya li welatên kontrol bike.

01.02.2025, Cts - 11:07

Berdevka Koşka Spî li ser ‘vekişîna ji Rojavayê’ axivî
Nuçe Belav bike

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavitt di civîna çapemeniyê li ser vekişîna hêzên Amerîkayê ya ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê axivî.

Karoline Leavittê bersiv da pirsa "Ma Amerîka dê di demeke nêzîk de leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişîne?" û got:

"Ev pirs doh ji Serok hat pirsîn û wî jî bersiv da.

Ew (Donald Trump) Fermandarê Giştî yê Artêşa Amerîkayê ye û tim mafê wî heye ku mana hêzên Amerîkayê ya li welatên kontrol bike.”

“Em dê li ser Sûriyeyê biryarekê bidin”

Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniya xwe ya doh de negot ku ew dê leşkeran ji Sûriyeyê vekişîne û got:

"Em dê li ser Sûriyeyê biryarekê bidin. Sûriye di nav pirsgirêkên xwe de ye.

Li wir rewş tevlihev e. Ne pêwîst e ku em têkilî rewşa wir bibin."

 

Vî nûçeyê tevayî: 171 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:44:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x