Berfê Efrîn a Rojavayê Kurdistanê spî kir

Li Çiyayên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê li nahyeyên Raco û Bilbilê berfê rûyê xwezayê bi tevahî bi rengê spî nixumandiye. Berfbarîna zêde gelek rê jî li deverên çiyayî li pêş çûn û hatinê girtine. Bi taybet rêyên derdora bajarokê Raco ku pala xwe dide çiyê.

03.02.2023, Cum - 05:42

Berfê Efrîn a Rojavayê Kurdistanê spî kir
Nuçe Belav bike

Karmendê Bergiriya Sivîl anî ziman, “1ê sibata 2023an e, li Raco ya Efrînê ye, Ev rê diçe gunê Bilêlko. Berfeke pir bariyaye. Di encamê de rê hatiye girtin.”

Ev dîmen sibeha roja pênşemê ji gundewarên bajarê Qamişlo ji bo Rûdawê gatine şandin. Wekû di dimenan de diyar e, dexlûdan ji encama bêbaraniyê zerhimî bûbûn lê baraîna baranê, careke din têhina xakê şikandiye û av bi newal û mesîlan xistiye.

Hatim Şêxê, ji gundekî navçeyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa girîngiya barîna baranê di vê demê de kir.

Welatî Hatim Şêxê got, “Piştî ku em ketin sala sisêyan, kêmbûna baranê vê herêma me ya ku ji %90 debara jiyana xwe li ser beşa çandinê dikin, şevê din baraneke pir baş bariya, hêviya milet nû kirin. Bi rastî derengbûna hatina baranê roleke xirab li ser jiyana xelkê dikir lê hemd ji Xwedê re baran şeva din bariya û em bi hêvî ne ku ziyana derengbûnê ne zêdeyî ji %20 be, ji ber ku yê tê avdan em dibînin hîn nemiriye.”

Bi barîna baranê ya vê dawiyê re, rêjeya baranbarînê li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê zêde kiriye,

Rêjeya baranbarînê li Cizîrê:

Li Dêrik heta niha 128.5 mm baran barîne, di heman dema parsal de tenê 42.5mm barîbûn

Li Til Koçer heta niha 98.8mm baran barîne, di heman dema parsal de tenê 42mm barîbûn

Li Qamişlo heta niha 85 mm baran barîne, di heman dema parsal de tenê : 41.7mm barîbûn

Li Dirbêsiyê heta niha 83 mm baran barîne, di heman dema parsal de tenê 41.5mm barîbûn

Li herêma Aliya ya ser bi Dêrikê, roja çarşemê zîpik bariyabû. Cotyarekî ji herêmê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, ti zere û ziyanê zîpikê di vê dema salê de li ser kerta çandiniyê tune ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 190 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:50:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x