Berpirsekî Neteweyên Yekbûyî: Ez ji wêraniya Cindirêsê şok bûm

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji 9ê vê meha Sibatê ve, 143 kamyonên alîkariyên Neteweyên Yekbûyî, bi rêya deriyên sînorî yên Bab Elhewa û Bab Elselame, derbasî navçeyên bakurê rojavayê Sûriyê bûne lê xelkê Cindrêsê û berpirsên xwecihî dibêjin ji wan alîkariyan tiştek negihştiye bajarê wan. Herwiha Cîgirê Koordînatorê herêmî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Karûbarên Mirovî David Carden jî dibêje ew bi qebareya wêraniya Cindirêsê şok bûye.

20.02.2023, Pts - 05:46

Berpirsekî Neteweyên Yekbûyî: Ez ji wêraniya Cindirêsê şok bûm
Nuçe Belav bike

Bajarokê Cindirêsê duyemîn bajarok e piştî Efrînê, bi mezinbûna xwe û hejmara nişteciyan.

Li gorî nûtirîn amarên Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê, 115 hezar kes li wî bajarî dijiyan, lê bi sedema erdheja 6ê Sibatê, 1 hezar û 100 kesî ji wan canên xwe jidest dan û 278 avahî bi tevayî wîêran bûne.

Cindirês yek ji bêhtirîn deverên ziyandîtî ye, ji wê erdhejê, lê piştî derbasbûna çend rojan, şandeke Neteweyên Yekbûyî gihişte wî bajarokî.

Berpirsekî wê şandê got, ew bi qebareya wêraniya Cindirêsê şok bû.

Cîgirê Koordînatorê herêmî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Karûbarên Mirovî David Carden got: “Em hatine ji bo rêzgirtinê li qurbaniyên erdhejê bigirin, her wiha ji bo em ligel civakên xwecihî biaxivin û bizanibin çi pêdiviyên wan in, da em nas bikin çawa em ê baştir alîkariya wan bikin. Ez ji qebareya wêraniyê şok bûm, min tiştê wiha di hemû jiyana xwe de nedîtiye. Gelek pêdiviyên mezin pêwîst in, bi taybetî di warê penageh û hewandinê, her wiha pêwîstiya xelkê bi ava paqij heye û pêwîstiya wan bi pêdiviyên bijîşkî heye û pêwîstiya me bi wê yekê ye ku em alîkariya bi xelkê re bêhtri bikin.”

Şanda Neteweyên Yekbûyî serdana navçeyên wêranbûyî û nexweşxaneyeke meydanî kir ji bo naskirina qebareya ziyanê û texmînkirina qebareya alîkariyan.

Di nav wan alîkariyan de, ku gihiştine wê derê, dermanên sereke û grûpên ezmûnkirina Kolêrayê hene.

Şeş ajansên ser bi Neteweyên Yekbûyî jî hene, ji wan: Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji bo Zarokan (UNICEF) û Rêxistina Xwarinê ya Cîhanî û Rêxistina Tenditrustî ya Cîhanî hene.

Seroka Nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî ya Koordinasyona Karûbarên Mirovî li Tirkiyê Sanjana Quazi jî got: “Em li Cindirês bûn, ji ber ku ew bêhtirîn navçeya ziyandîtî ye. Berî du rojan em li Efrînê bûn. Hevbeşên me ji me xwest em herin Cindisêrê û em hatin. Rewş wêranî ye, dibe ew xirabtirîn rewş be di heftiyên bûrî de min dîtibe.”

Li gorî Neteweyên Yekvûyî, ji 9ê vê meha Sibatê ve, 143 barhilgirên alîkariyên Neteweyên Yekbûyî, bi rêya deriyên sînorî yên Bab Elhewa û Bab Elselame, derbasî navçeyên bakurê rojavayê Sûriyê bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 222 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:29:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x